Rojava News: Li gor zanyariyên ji çavkaniyên nêzîk ên berpirsên DAIŞ’ê, li Hesekê 2090 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin, 18 ji van kuştiyan ”emîr” in, yek ji wan wezîr û yek jî berpirsê îstîxbarî ye.
Çavkaniyên nêzîkê berpirsên DAIŞ’ê li Suriyê agahiya linavçûna rêxistinê didin. Bi taybet piştî şerê li Hesekê rêxistina terorîstî ketiye nav qeyranek mezin.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên bawerpêkirî hatine wergirtin, piştî têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê, hêzek mezin ê rêxistinê bi serpereştiya Ebu Mihemed Ednanî gehiştine bajarê Şedadê. Hate zanîn ku di nava vê hêzê de Koma Tewhîd jî heye ku ji 400 çekdarên biyanî (piraniya wan Kazaxistanî ne) pêk tê.
Lê waliyê DAIŞ’ê yê Şedadê rê û cîh nedaye ku çekdarên DAIŞ’ê li bajêr bicîh bibin. Bajarê Şedadê yek jê dewlementrîn bajarê neft û petrola Suriyê ye ku rêxistina DAIŞ’ê weke navendek leşkerî bikar tîne.
Hate gotin ku jiber vê nakokiyê û her wiha şkesta di şerê Hesekê de, li bajarê Şedadê rêxistinê gelek çekdarên xwe girtiye û piraniya çekdarên hatine girtin berî endamên El Nusra û Artêşa Azad a Suriyê bûne.
Li gor zanyariyan, DAIŞ’ê di şerê Hesekê de jî zirarek mezin dîtiye û derbeyek giran xwariye. Hate zanîn ku li Hesekê 2090 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin, 18 ji van kuştiyan ”emîr” in, yek ji wan wezîr û yek jî berpirsê îstîxbarî ye.
