RojavaNews :Rêxistina teroristên DAIŞê di daxyaniyekê de eşekere dike ku, piştî çar êrişên xwekujî û şerêki giran ligel artêşa bi ser rejîma Esed ve, karîne bajarokê Qeryetên ya di navbera Hemsê û paytexta Suriye Şam’ê de bi temamî dagîr bikin
DAIŞ li ser axa Suriye û Îraqê herêmeke mezin kontrol dike û bi taybetî jî li Suriye pêşveçûne wan berdewamê. Rejîma Esed nikare rê lê bigre. Beriya niha Serokê rejima Suriyê Beşar Esad eşkere kiribû ku êdî leşker bi dest wan nakeve û astengiya wan ya leşkere heye ku êdî artêşa wan nikare hemû deverên Suriye biparêze.
Çekdarên DAIŞê çi cihekî dagîr bikin komkujiya têde dikin û heta niha tenê hêza Kurdan li Başur û Rojavayê Kurdistanê kariye êrîşên wan bişkîne û wan têk bibe.
