Rojava News: Rêxistina terorîstî ya DAİŞ’ê eşkere kir ku bajarokê Qeryeten ya di navbera Şam û bajarê stratejî yê Suriye Hemsê de dagir kirine.
DAÎŞ li ser axa Suriye û Îraqê herêmeke mezin kontrol dike û bi taybetî jî li Suriye pêşveçûne wan berdewamê. Rejîma Suriye nikare rê lê bigre. Beriya niha Serokê rejima Suriyê Beşar Esad eşkere kiribû ku êdî leşker bi dest wan nakeve û astengiya wan ya leşkere heye ku êdî artêşa wan nikare hemû deverên Suriye biparêze.
Çekdarên DAIŞ’ê kê derê dagir bikin komkujiya têde dikin û heta niha tenê hêza Kurdan li Başur û Rojavayê Kurdistanê kariye êrîşên wan bişkîne û wan têk bibe.
Bajorakê Qeryeten serbi Hemsê ye û 100 km dûrî Şamê ye. Li vî bajarokî ji devrî Mislimanan, mesîhî jî dijîn û çend Dêr lê hene.
