Îran bi balafira efxanan va şervanan dibe Sûriyeyê

Îran bi balafira efxanan va şervanan dibe Sûriyeyê

Rojava News: Hat piştrastkirin ku artêşa Îranê ji Îranê bi balafiran va şervanan dibe Sûriye û Iraqê.

Derket holê, Îran ji bo ku şervanan bişîne Sûriye û Iraqê ji Efxanistanê balafirên rêwiyan kirê dike. Serokê Komîteya Gîhandin û Ragihandinê ya Meclisa Efxanistanê Qeys Hesen daxuyand ku balafir şervanên bimaske û çekdar ji Îranê dişîne herêmê.

Li gor televîzyona El Erebiyayê ku çavkaniya wê ajansa nûçeyan ya Bohdî ya Efxanistanê, Serokê Komîteya Gîhandin û Ragihandinê ya Meclisa Efxanistanê Qeys Hesen daxuyand ku di navbera Efxanistan û Îranê da peyman hatiye mohrkirin ku di navbera paytext Kabul û Meşheda Îranê da rêwiyan bibin bînin, lê ev peyman hat binpêkirin.

 

Hesen got ku Îran ji bo ku şervanan bişîne Sûriye û Iraqê, ji Efxanistanê balafirên rêwiyan kirê dike û balafir şervanên bimaske û çekdar ji Îranê dibin herêmê.

 

Hesen daxuyand ku balafir gelek caran ji Kabulê çûye Meşhedê û ji wê derê jî firiye Bexda û Necefê.

 

Wezîrê Gîhandin û Ragihandinê yê Efxanistanê Mihemedullah Bettaş jî got: "Heke balafirên Efxanistanê kesên şikbar biribin û anîbin, divê meriv vê bipirse. Ev mijar mijareke siyasî ye û bi berjewendiyên me yên neteweyî ra têkildar e. Heke îdia rast be, kesên ku ev sûc kiribin, divê teslîmî edaletê bikin."

 

Miqamên Îranê jî der heqê mijarê da daxuyaniyeke fermî nedane.

 

Mixalifên ku li Sûriyeyê dijî rejima Esed şer dikin, dibêjin ku demeke dirêj e ji Îranê leşker û milîtan dikişin eniyê, ew li gelek cihan bi van leşker û milîtanan ra şer dikin.