RojavaNews :Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry diyar kir ku ligel Rusyayê rêkeftine ku Neteweyên Yekbûyî bo zelalkirina êrîşên gaza klorîn ya li Suriyê, desteyeke vekolînê ava bike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry diyar kir ku wî û Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov lihev kirine ku li Suriyê vekolîna ser bikaranîna çekên kîmyewî bê kirin. Kerry got wê daxwaz bikin ku NY bo zelalkirina êrîşên gaza klorîn deteyekê ava bike.
Kerry got ku erkê wê desteyê dê ew be ku zelal bike ka kîjan aliyê êrîşên gaza klorîn pêk aniye ku bûye sedema kuştina gelek kesan.
Tê payîn ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî vê heftê bo damezrandina desteya vekolînê dengdanê bike û kesên ji êrîşên kîmyayî berpirs, bîne pêş dadgehê.
Pispor balê dikşînin ku divê Rûsya, ku hevalenbendekî xurt yê Serokê Sûrî Beşar Esad e, mafê veto kar neyîne da ku ew destê bê damezrandin.
