RojavaNews :47 kes bi kêmanî ji fesîleyên şerker yên opozîsyona Sûriyê û çekdarên DAIŞê di dema şerê ku di navbera her du aliyan de li gundewarê Helebê diqewime.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de got ku bi kêmanî 37 şervanên opozîsyona Sûriyê li gundê Um El-Hoş li gundewarê Helebê di encama êrîşeke DAIŞê hatin kuştin.
Daxuyaniyê diyar kir ku di encama wî şerî de 10 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin û rêxistina navborî destê xwe danî li ser wî gundî.
