Rojava News: Li bajarê Zebedanê yê Gundewarê Şamê agirbesteke 48 saetî di navbera hêzên rêjîmê û dejbera Sûriyê dest pê kir.
Duhî ragihandinên ser bi Hizbulaha Libnanî ve ragihandin ku, herdu aliyên Sûriyê derbarê agirbestekê gihîştine rêkeftinê. Îro jî rêxistineke Sûriyê ragihand ku, ew agirbest ket warê cihbicihkirinê.
Li gorî wê rêkeftinê, çekdarên Ehrar El-Şam yên girêdayî Bereya el-Nusra û hêzên rêjîma Sûriyê li ser agirbesteke 48 saetî li Zebednî û herdu bajarokên Fewa û Kefrerya yên parêzgeha Idlibê lihev kirine û îro ew agirbest dest pê kir.
Di diyalogên ku di navbera herdu aliyan de çêbibûne, li ser 2 bendên sereke lihev kirin, peydakirina erebiyan ji bo Ehrar El-Şam ku karibin pê ji Zebedanê derkevin û derbasbûna alîkariyên mirovahî ji bo Kefreya û Fewa.
Tê zanîn ku, Kefreya û Fewa 2 bajarokên şîeyan e li parêzgeha Idlibê û ew herdu bajarok bi tenê di bin destê rêjîmê li wê parêzgehê mene û niha di bin dorpêçiya hêzên dijbereyê de ne.
Herwiha bajarê Zebedanê jî di bin destê hêzên dijbereyê de ye û li gorî wê rêkeftinê ew jî dê ji wî bajêrî derkevin.
