RojavaNews :Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon ragihand ku hemû binkeyên çekên Kîmyawî yên di jêr zemîn de li Sûriyê hatin têkbirin.
Ban Ki-moon di raporeke xwe de ku pêşkêşî Endamê Encûmena Asayişa Navdewletî kir got:" Rêxistina Qedexekirina çekên kîmyawî tekez dike ku her 5 binkeyên di jêr zemîn de ku ji bo çêkirina çekên kîmyawî dihat bikaranîn hatin jinavbirin."
