Rêxistna Bijîşkên Sînornenas: Şam bizanebûn me dike armanca xwe

Rêxistna Bijîşkên Sînornenas: Şam bizanebûn me dike armanca xwe

Rojava News: Rêxistna Bijîşkên Sînornenas ragihand hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê bizanebûn nexweşxaneyên gerok û embarên dermanan kirîne armanc û ev yek jî bûye sedema ku rêxistna wan nikare wek pêwîst xizmetgûzariyê pêşkeşî welatyên sivîl bke.

 

Rêxistaina Bijîşkên Sînornenas di daxuyaniyeke de hikumeta Sûriyeyê bi bizanebûn nexweşxaneyên gerok û embarên dermanan bomberaban dike, tawanbar kir.

 

Bijîşkên Sînornenas diyar kirin ku Hikûmeta Şamê armancek taybet ji bordimana wan nexweşxaneyan û embarên dermanî heye û ev jî tê wateya binpêkirina  yasaya navdewletî.

 

Rêxistinê werhiha amaje kir ku di encama êrişên destipêka heftya borî de 3 karmendên wan û nexweşek jî bûne qurbanî.