RojavaNews :Hejmara kesên ku di komkujiya bajarê Dûma de hatin kuştin gihişte zêdetirî 330 kesî.
Her wiha ew hejmar tê texmînkirin ku wê zêde bibe ji ber ku hejmara birîndaran 250 kes e û rewşa gellekan ji wan metirsîdar e.
Balafirên şer yên rejîma Esed bazareke gelêrîya li bajarê Dûma yê Şamê bi rokêtan kiribûn armanc û di encam de 300 kes hatin kuştin.
