Tedmur: DAIŞê serê Xalid Mihemed Esed jê kir

Tedmur: DAIŞê serê Xalid Mihemed Esed jê kir

Rojava News: Rêxistina DAIŞê li Sûriyê bi şêweyek hovane rêveberê berhemên dîrokî yên Tedmûrê Xalid Mihemed Esed kuşt û termê wî jî li ser rê daliqand.

 

Rêxistina tundrew DAIŞ berdewame di karên xwe yên dij mirovane de. Çekdarên vê rêxistinê vê carê jî rêveberê aswerên dîrokî yê Tedmûrê Xalid Mihemed Esed kuşt û laşê wî jî li ser rêyekê ve daliqand.

 

Weke ku di wêneyê de jî tê dîtin kaxizek bi termê Esed ve hatiye hilawêstin. Rêxistin kesên ku bi sîxûrî tomedbar dike bi vê awayî qetil dike û nivîsek jî bo xelk bibîne, datîne.