DAIŞê dêrek bi erdê re kire yek

DAIŞê dêrek bi erdê re kire yek

Rojava News: Çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê dêreke xirîstiyanan li bajarê Humsê rûxandin.

 

Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyeyê ragihand, li gor aghaiyên di destê wan de, çekdarên DAIŞê dêreke xirîstiyanên Sûriyeyê li gundê Qeryetnî ya girêdayî bajarê Humsê wêran kirin.

 

Gundê Qeryetnî berî 2 hefteyan piştî şerekî giran ketibû di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ê hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi neçarî ji wê deverên vekişiyabû.

 

Heta niha jî balafirên şer ên Artêşa Sûriyeyê li esmanê wê deverên digerin û cihên çekdarên DAIŞê bombebaran dikin.

 

Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirov herwiha tekez kir, çekdarên DAIŞê piştî ku gundê Qeryetnî li Humsê kontrol kirin, bi dehan welatiyên sivîl ên xirîstiyan revandin û ber bi bakurê Sûriyeyê ve şandin, ku heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.

 

Baregeha sereke ya Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyeyê, li bajarê Lenden a paytextê Birîtanyayê ye û li ser rewşa mafên mirov û rewşa şer li Sûriyeyê zanyariyên belav dike.