Rojava News: Îro çekdarên dijbereya li bajarokê Soranê li bakurê Helebê di êrîşekê de 5 çekdarên DAIŞê kuştin û şer di navbera herdû aliyan de li eniya bajarê Marihê berfireh bû.
Li gorî agahiyan balafirên hevpeymanan li deverên Um Hoş, Tilalîn û Til malid li gundewarê rojhilatê Helebê êrîş li dijî çekdarên daişê pêkanîn.
Li gorî çavkaniyên bijîêkî yên li Herêmê di encama wê êrîşê de 53 termên çekdarên DAIŞê ji bo nexweşxaneya bajarê Babê hatin veguhestin.
Herwiha hat ragihandin çekdarên DAIŞê otomobîleke bombekirî li dijî xaleke kontrolê ya dijbereyê li bajarokê Til Qirah teqandin û bi gotina çavkaniyên tendurustî, di encamê de 5 sivîl hatin kuştin û dehên din jî birîndarbûn.
