“Esad nikare Şamê bi giştî kontrol bike lê li Qamişlo û Hesekê xwedî desthilate”

“Esad nikare Şamê bi giştî kontrol bike lê li Qamişlo û Hesekê xwedî desthilate”

Rojava News: Sekreterê Giştî yê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê îro(22.8.2015) Mehemed Ferec pêşwaziya Abdulbasit Seyda kir.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Yekigirtu dihevdîtinêde rewşa îraq,Suriye û Başûrê Kurdistanê hatiye guftugokirin.

 

Di vê hevdîtinêde li ser perçe perçe bûna dijberên Suriye axifiye û gotiye, sedemê vê perçebûne şovenist û faşistbûna dijberane ku ji ber vê  jî  nikarin xelkê Suriye li dora xwe kombikin.

 

li berambervê jî Sekreterê Giştî yê Yekgirtu da zanîn ku, “Şovenizma Arebî ya din av dijberada rê li hevgirtina wan digre. Serokê Suriye Esad nikare paytex Şamê bi giştî kontrol bike lê li Qamişlo û Hesekê hêza rejimê heye. Eger guhertina nexşeya siyasî li navçeyê nebe hêzeke siyasi bo Kurdan, neku fêda wê tineye, dibe metirsiyek mezintir.”

 

Di beşeke din ya vê hevdîtinêde, guftugo li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û çawaniya derbaskirina qeyranê kirin.