Rêjimê 50 kesên sivîl kuştin

Rêjimê 50 kesên sivîl kuştin

Rojava News: Balafirên Artêşa Sûriyê 50 kesên sivîl li Dûmaya ser bi Şamê ve kuştin û nêzîkî 100 kesên sivîl jî birîndar kirin.

 

Li gorî agahiyên karmendên hawarçûnê dayîn, wan 50 term ji nava wêraniya avahiyên Dûmaya ser bi Ûamê ve derxistine. Ew dibêejin ev yek di encama bombebarankirina 4 avahiyan de ji aliyê Artêşa Sûriyê pêk hat.

 

Bi gotina karmendên hawarçûnê, wan termên 20 kesî ji wan bi nav naskirine, lê heta niha navên 32 termên din nehatine naskirin, ji ber ku ew kes ji cih û deverên din hatibûn û xwe li Dûmayê girtibûn.

 

Rêveberê berevaniya hawarçûnê da xuyakirin ku, hîna hinek malbat bi tevayî di bin kavilên avahiyan de wendayî ne û bi gotina wî berpirsî, tîmên hawarçûnê nikarin wan malbatan ji bin kavilan rizgar bikin, ji ber ku astengiyên pir mezin derketine pêşiya wan.