DAIŞ’ê perestgeha li Palmîra hilweşand

DAIŞ’ê perestgeha li Palmîra hilweşand

Rojava News: Terorîstên DAIŞê perestgeha Beel Şemîn li bajarê dîrokî yê Palmîra teqandin û wêran kirin.

 

Li gor rêveberê saziya berhemên dîrokî yên Sûriyê perestgeha Beel Şemîn li bajarê dîrokî yê Palmîra hatiye teqandin. Çavdêrên mafê mirov li Sûriyê jî ev yek piştrast kirin.

 

Serokê saziya berhemên dîrokî yên Sûriyê Memûn Ebdulkerîm ji ajansa Fransa re ragihand ku DAIŞ’ê gelek madeyên teqemeniyê di peresgeha Beel Şemîn de teqandine ku gelek cihên wê wêran bûye û got: “Nava perestgehê ji hundir ve wêran bûye û sitûnên derdora wê hilweşiyane.”

 

Kesên ji Palmîra reviyane ragihand ku DAIŞ’ê gelek madeyên teqemenî di perestgehan de bicih kirine.

 

Heftiya bihorî jî dîroknasekî 81 salî ku nêzî 40 sale berpirsê parastina berhemên dîrokî yên Palmîra ye ji aliyê DAIŞ’ê ve serê wî hat jêkirin. DAIŞ’ê herwiha du gorên îslamî jî lê nêzî Palmîra wêran kir.

 

Dîroka perestgeha Beel Şemîn vedigere sedeya yekemîn a mîladî. Bajarê dîrokî yê Palmîra û bajarê modern ê li kêleka wê Tedmûr li herêmek girîng a stratejîk li ser rêya di navbera Şam û bajarê Dêrezorê ye.