Rojava News: Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, di heyama 11 heyvên bûrî de di encama hêrişên esmanî yên Firokên Hevpeymanên Navdewletî de bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê, zêdetirî 3 hezar çekdar û serkirdeyên pile bilind yên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan aşkere kir ku, herî kêm 3061 emdamên DAIŞ`ê ku piraniya wan bi regez ne Sûrî ne di encama bombebarankirina pêgeh û wêstgeên Petrol`ê ji aliyê firokên hevpeymanan ve li bajarên Hema , Heleb, Hims , Hesekê , Reqa û Dêra Zorê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan dazanîn ku, di nava kuştiyan de bi dehan serkirdeyên DAIŞ`ê yên bi regez Sûrî , Erebî û biyanî jî hene ku hin ji wan bi navê Ebo Usame El Îraqî waliyê Wîlayeta El Bereke, Amir El Rifdan waliyê berê yê Wîlayeta El XêR û Ebo Seyaf ne.
Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan diyar kir ku, herî kêm 136 endamên Bereya El Nusra liqê Rêxistina El Qaîde li Bîlad El Şam`ê jî hene ku li gundewarê Heleb ya Rojava û gundewarê bajarê Idlib ya Bakur di encama bombebaranên firokên hevpeymanan hatine kuştin ku hin ji wan bi navê Ebo Hemam Fermandarê Serbazî yê Bereya El Nusra û Fermandar Ebo Omer El Kurdî û Ebo Hemze El Firansî û Ebo Qutade yê Tûnsî ne.
