Di meha Tîrmehê de hejmara kuştiyên çekdarên Hizbulaha Libnanî li Sûriyê derdora 35e ye

Di meha Tîrmehê de hejmara kuştiyên çekdarên Hizbulaha Libnanî li Sûriyê derdora 35e ye

RojavaNews :35 çekdarên Hizbullaha Libnanî li Sûriyê di şerê rêjîmê li dijî dijbereyê de hatine kuştin û termê wan li erdê mane.

Dezgehên ragihandina Hizbullaha Libnanî nav û wêneyên 35 çekdarên xwe belav kirine, ku tenê di meha Tîrmehê de li derdora bajarê Zebedanî yê Gundewarê Şamê hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, Hizbullaha Libnanî heta niha nikariye termên çekdarên xwe ji erdê rahêje.

Herwiha li gorî wan wêneyan temenê kuştiyan di navbera 17 û 22 salî de ne.

Li gorî agahiyan, di nava 3 mehên borî de 100 çekdarên wê rêxistinê li Sûriyê bi destê hêzên dijbereya Sûriyê hatine kuştin.

Tê zanîn ku ev çend sal e ku li Sûriyê şer di navbera rêjîmê û dijbereyê de heye û Hikûmeta Sûriyê hêzên şîe mîna çekdarên Hizbullaha Libnanî di wî şerî de bikar tîne bo parastina xwe.

22:02:50