Reqayê.. DAIŞê destê xwe danî ser hejmerek ji xaniyên bajêr

Reqayê.. DAIŞê destê xwe danî ser hejmerek ji xaniyên bajêr

RojavaNews :Rêxistina DAIŞê dest bi desteserkirina xaniyên welatiyên sivîl li parêzgeha Reqayê dike.

Rêxistina DAIŞê li bajarê Reqayê destê xwe danî li ser hejmerek ji xaniyên bajêr da ku wan xaniyan bide çekdarên xwe yên biyanî.

Li gor çalakvanan, berya çend rojan DAIŞê çend mal li devera Medan ya Reqayê  desteserkir û ew mal dane çekdarên xwe yên biyanî.