09:32:39
Rojava News: Rojava News: Ji destpêka vê mehê ve, Wezareta Derve ya Rûsya guftûgoyên berfereh di derbarê dosyeya Sûriyê de li gel aliyên navdewletî, herêmî û aliyên dijbereya Sûriyeyê dike.
Niha jî şandeke dijbereya navxwe li Moskowê ye û biryar e seredana wê heta roja 30ê vê mehê berdewam bike.
Piştî hevdîtina li gel Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsya Mixahil Bogdanov, şanda Foruma Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê, daxwaz kir ku hevdîtineke şêwirdarî ya sêyemîn ji bo dijbereya Sûriyê li Moskowê bê lidarxistin.
Ev daxwaz di demekê de ye ku Moskow şêwirên xwe li gel aliyên cuda yên opozisyionê berdewam dike û niha şandeke ji dijbereyê ku bi navxwe tê naskirin li Moskowê ye û biryar e heta roja 30ê vê mehê di serdana xwe de berdewam bike.
Piştî civîna ligel Bogdanov, serokê şandê Wezîrê Lihevhatina Niştimanî yê di Hikûmeta Sûriyê de Elî Heyder, ku ye, ji ajanseke rûsî re ragihand ku hevdîtina Moskow 3 bûye pêdivî.
Mîxayil Bogdanov, gotibû ji bo amadekariyên kongreya Cenev 3yê ya taybet bi çareserkirina kirîza Sûriyê, Moskow dest bi gavên kirde kiriye.
Berpirsê Rûsî got divê encamên hevdîtinên dijbereya Sûriyê li Moskow û Qahîre bibin bingeheke hevbeş di navbera aliyên opozisyonê de daku li gorî wan danûstandin li gel hikûmetas Sûriyê di çarçoveya Cenêv3 de bên kirin.
Di Çile û Nîsana borî de, Moskow mêvandariya hevdîtinên dijbereya Sûriyê kir û piştî hevdîtina duyem, Rûsiya kaxet ji 10 xalan weke helwestên hevbeş yên aliyên dijbereyê pêşkêş kir.
Herwiha ji destpêka vê mehê ve, Wazereta Derve ya Rûsya guftûgoyên himbiz derbarê dosyeya Sûriyê li gel aliyên navdewletî, herêmî û aliyên dijbereya Sûriyê jî dike.
