Li Şerê Xuta de 12 hezar zarok sêwî mane

Li Şerê Xuta de 12 hezar zarok sêwî mane

 

Rojava News: Rojhilatê Bajarê Xuta yê bi ser Şamê ve piştî êrîşên rejima Esad ku gelek kes hate kuştin hat zanîn 12 hezar zarok sêwî mane.

Li gor ku Rêvebirê Dezgeha Yasayî  yê beşê sêwiyan Müdürü Yasin Ebu Ratib daye ragihandin 12 hezar zarokê Xutayî ji ber êrîşên rejimê sêwî mane, ji wan tenê 7 hezar zarok alîkarê pere werdigrin lê yê din bê par mana.

Yasin Ebu Ratib her weha got; “Di vî şerî de zarok gelek neçar dibin, zaokê xwedî dê û bav, xwedî mal jî ji ber bomberdimana dikevîn bin bandorekî psîkolojîkî, zarokên dê û bavê xwe hunda dikin rewşa wan gelek zehmet dibe.”

Hemendemê got; Ji ber ku alîkariya maddî jî nagihê destê wan zarokê bê par, ew jî li kolana dimînin”

Sinem Bakir