Grubê Tirkmen:” Bila Tirkiye derîyê sînor vekê”

Grubê Tirkmen:” Bila Tirkiye derîyê sînor vekê”

Rojava News: Gruba Tirkman Tugaya Siltan Selîm yê ku li herêmên ewle hatibûn bi cîh kirin ji ber êrîşên DAİŞê bang Tirkiye kirin da sînorê xwe  ji sivilan re vekin.

 

Di rojên derbasbuyî de li gor rêkeftina di navbera Emrîka û Tirkiye hin herêmên ewle hatin diyarkirin û grubên Tirkmen yê çekdar hatin bicîh kirin, lê piştî vê gave DAİŞ êrîşên xwe li ser wan herêman tund kir, 5 gund ji wan xistin bin kontrola xwe.

 

Dihat ermanckirin li wan herêman grubê  liberal ji bo şer perverde bikin.

 

Lê piştî şerê ev çend roja ku li rojhilatê Helebê rûda ye gelek kes neçar man, ji ber ku ji aliyekî êrîşên rejima Esad ji aliyêdin ve jî êrîşên DAİŞê  rewşa sivilan gelek xirap kir.

 

Hat zanîn Gruba Tirkman Siltan Silêyman ya çekdarî bangî Tirkiye kir jib o deriyê sînor li sivîlan vekê û alîkariya lojîstik ji herême re bike.

Sinem Bakir