DAİŞ li Tel Refat Êrîşeke xwekujî kir

DAİŞ li Tel Refat Êrîşeke xwekujî kir

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAİŞ  êrîşek xwekujî li bajarê Tel Rifat yê bi ser Helebê kir, kuştî û birîndar hene.

Li Suriye li bajarokê Tel Rifat  ya gireday bi ser Helebê,  çekdarên rêxistina teorîstî DAİŞê bi otomobîleke bombebarkîrî êrişek di nav rêbendêk leşkerî  de pêk anî, gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Li gor zanyariyên hatine bi destxistin; Li Bajarokê Tel Rifat çekdarên DAİŞê bi otomobîleke bombebarkirî berê xwe da rêbende ke artêşa Azad ya Suri û êrîşa xwekujî pêk anî. Li ciyê buyerê 6 kesan jiyana xwe ji dest da 14 kes jî birîndar bûn.

Ji 12 birîndarên ku di deriyê Oncupinarê re derbasî Turkiye bajarê Kilîsê kirin 2 yan jê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

Sinem Bakir

 

10:31:47