Rojava News: Fermandariya Navenda Operasyona li dijî DAİŞê ya Li Emerîka (CENTCOM) di daxuyaniyêde ragihand; Berbirsê SÎber yê DAİŞê ku hemwelatiyê Brîtanî yê bi navê Cuneyt Huseyin di êrişa esmanî de hate kuştin”
Fermandariya Navenda Operasyona li dijî DAİŞê ya Li Emerîka (CENTCOM) di daxuyaniya fermî de eşkerekir ku; Cuneyt Huseyîn hemwelatiyê Brîtanî ku Pisporê Sîber yê giştî DAİŞê yê di êrîşeke esmanî de yê ji aliyê frokên Emrika ve hate kuştin.
Berdevkê CENTCOMê serheng Patrick Ryder,di civina ragihandinê ya li ber deriyê Pentagonê de got: 24ê tebaxê li Suri bajarê Reqqayê, berpirsê Sîber yê giştî karên torên civakî Cuneyt Huseyin bi bombebarana frokên bê mirov yê Emrîka hate kuştin.
Tê gotin Cuneyt Huseyin bi leqaba “Gurê bitenê” dihat nasîn, ji ber ku wî kesên ku karibin bi tenê xwe êrîşên xwekujî bikin dihilbijart.
Hat zanîn berî 2 salan Cuneyt Huseyin ji brîtanya derbasî Surî bu.
Sinem Bakir
11:34:36
