Himis: êrişa bombeyî: 4 mirî 19 birîndar

Himis: êrişa bombeyî: 4 mirî 19 birîndar

Rojava News: Li bajarê  Himis doh bi êrişêke  bombeyî  ya  otomobîlê  4 kes mirin 19 kes jî birîndarbun.

 

Li ser Bajarê Himisê ku dibin kontrola rejima Esad de ye ji aliyên rêxistinên  tundrew êrîşek bombeyî hate kirin û 4 kes li hemen şûnê mirin 19 kes jî bi giranî birîndarbûn.

 

Li  gor nuçeya SANA ya nêzîk ji rejima Suriye; Êrişek bi bombeyî bi otomobîla marka KİA li Himisê gereka Zehra  li ser caddeya Sittin ku nêzîke ji  bulwara Muvasalate hatiye kirin. Bi teqîna otomobîlê  de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî bi giranî birîndarbûne.

 

Hatiye zanîn ji ber teqînê li mal û avasaziyên derdorê gelek zîyan derketine hole.

Sinem Bakir