DAİŞ êriş bire ser Marea!

DAİŞ êriş bire ser Marea!

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAİŞê êriş bire ser rêbenda di bin kontrola  çekdarên dijbereya Surî û El Nusra, di encamê de 16 çekdar hatine kuştin.

Şer û pevçun di navbera DAİŞ û hêzên dijbereya Suri  li gundê derdorê Marea berdewama. DAİŞ çend  gundê Marea topbaran dike.

 

Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞê dema  xwestin  di herêmên bin kontrola çekdarên opozsiyonê û El- Nusra re derbas bin, Endamê Cephetel Nusra 4 çekdarên DAİŞê dil girtin.

 

Li gor agahiyên ji herêmê  hatin wergirtin;  doh şev derengî  li rêbenda dibin kontrola dijbereya Suri û El Nusra de otomobileke xwekuj ji aliyê DAİŞê ve hate teqandin 16 kes li hemen şunê mirin û gelek kes jî birîndar ketin.

 

Li gpr zanyariyan şer û pevçun li derdora Marea berdewame.

 

Werger: Sinem Bakir