33 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê

33 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê

RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 8 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.

Hat gotin balafiran 6 êriş li bajarokê Mera, êrişek li Reqayê û êrişek li Tek Abyad pêk anîn.

Di encama êrişan de yekîneyên taktîkî, navend û wesayîtên rêxistine hatin bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên li Sûriyeyê de balafirên şerî yên Amerîkayê, Bahreyn, Kanada, Urdîn, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê beşdar bûn.

Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 25 operasyon li dijî DAIŞê pêk anî