Êrîşên El Nusre li ser Ebû Dihûr didomê

Êrîşên El Nusre li ser Ebû Dihûr didomê

Rojava News: Rêxistina tundrew ya İslamî El nusra der dorê  balafirxaneya “Ebû Dihûr” ya nêzîkî bajarê Idlibê kontrol kir.

 

Şer û pevçûn ji dohî ve di navbera çekdarên El Nusra û  hêzên rejima Suriye de didomê. Hat zanîn  li nêzîkî balafirxaneya Ebu Dİhûr şer û pevçûnên giran derketin, di encamê de çend deverên derdora balafirxanê ji alîyên Nusra ve hat kontrol kirin.

 

Di şerê li ber dergehê balafirxaneya Ebû Dihur da derketiye  gelek kuştî û birîndarên her dû aliye hene lê hurgûliyê wê nayen zanîn.

 

Her weha ji aliyêdin ve jî şer û pevçûnên di navbera El nusra û çekdarên rejimê de berdewama, otomobîleka bombarkirî di nav hêzên rejimê de hate teqandin.

 

Sinem Bakir

 

11:29:29