RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 4 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Hat gotin balafiran ew êrîş li bajarokê Mera, û hin ji wan li derdorî Reqayê pêk anîn.
Di encama êrişan de yekîneyên taktîkî, navend û wesayîtên rêxistine hatin bombebarankirin.
Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 11 operasyon li dijî DAIŞê pêk anî
Nalîn
12:51:37
