Rojava News :Serok komarê Turkiya Ricb Teyb Erdogan di bêje : heger ne ji alîkariya Rusyayê û Îranê be, wê rêjîma Esed di heyama 24 demjimêran de hatibe rûxandin.
Di hevpeyvînekî de bi kenala CNN re Erdogan rexne li herdo dewletên Îran û Rusyayê girt û got: ew alîkariya rêjîma Esed bi çek û peran dikin û dihêlin berdewam bibe, çima ew xwe dibînin deyindarê Esed û em li beramber miletekî şwetî, perçekirî, û çînosayid Kirî kû serokê wî yê diktator parastiye
Serok komarê Turkiya diyarkir kû ,min bi serokê Rusyayê re Fladîmêr Botîn re ev yek gingeşekiriye, lê dema min daxuyanyên wan dîtin ez matmayî bûm
Di dawiya gotina xwe de Erdogan diyarkir ku heger Rusyayê û Îranê destê xwe ji Sûryayê derxin di heyama 24 demjimêran de rêjîma Esed wê birûxe.
09:09:40
