Çekdarên DAIŞ’ê êrîş dibin derdorê balafirgeha Dêrezorê

Çekdarên DAIŞ’ê êrîş dibin derdorê balafirgeha Dêrezorê

Rojava News: Li derdora balfirgeha  Dêrezorê ya  Leşkerî di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Li gor agahiyên ne zelal  di pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan hene.

 

Ji doh nîvro ve piştî êrîşên DAİŞê  li derdora balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê Sûriye di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên rêxistina terorîstî  de şer derket. Gruba çekdarên DAIŞ’ê li nêzîkî balafirgehê 2 otomobîlên bombarkirî teqandin.

 

Di encamê teqînê de li gor zanyariyan gelek kuştî û birîndar hene lê encame kî zelal ji heremê nehatiye wergirtin.

 

Sinem Bakir

10:57:50