Rojava News: Li gor zanyariyên ji malperên Tirkî hatine wergirtin, Kemyoneke mezin ya bargilgir ku bêtir karkerên penaberê Suriye ji bo karê zewiya û zireatê dibir qulubî, 6 kes li ciyê buyerê jiyana xwe ji dest da 39 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ji wan 6 kesên jiyana xwe ji dest daye 4 ê Suriye bune, 2 kes jî xelkê deverê bûne.
Lê belê hêj nasnama wan kesên ku penaberê Suriye ne nehatiye diyarkirin.
Parezere Hetay li ser rupela fermî belavkir ku; “Di Qezaya li ser rêya Hetayê rudayê de 6 kes mirin 39 kes jî birîndarbûn, ji yên jiyana xwe dest dayî 4 kes Penaberên Suriye ne, lekolîn di derbarê nasnamaya wan de hatiye destpêkirin.”
Û Hemen demê hat gotin; ji birindaran jî 28 kes xelkê surî, 11 jî xelkê deverê ne.
Sinem Bakir
10:45:17
