Rojava News: Di encama topbarandina hêzên rêjîmê bi ser Rojhilatê xuta û gundewarê Şamê de pênc welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar ketin.
Her wiha hêzên rêjîmê bi roketan li derdorî mizgefta Neisan , Fewal, Seyid Mehmûd topbaran kir û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û hin birîndar ketin.
Ji hêla xwe de, şervanên Opozisyonê rêzek leşkerî ji hêzên rêjîmê tertûbela kirin, ku berê xwe da bû Tel Kurdî.
Sinem Bakir
11:55:59
