Yunanistan:34 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Yunanistan:34 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Rojava News :Li nîzîkî beravên Yunanistanê bi sedema binavbûnê 34 koçberan di nav wan de çar zaroke hene jiyana xwe ji dest dan

Ajansa fermî ya Yunanistanê ragihand ku 34 kesan yek ji wan 4 zarok duh danê sibehê li nîzîkî berava girava Farmakonîsî ya Yunanistanê ku 15 km dûrî beravên tûrikyê ye jiyana xwe ji dest dan piştî ku qeyîka wan ku 100 koçber hildgirt binavbû

Ajansa  navborî herweha ragihand ku asayîşa beravê karîn şêt û heşt koçberî rizgar bike herweha 29 din jî bislametî hatin kişandin ta berava wê giravê

Ji aliyekî din ve hîn eve dû rojin asayişên berava Yunanistanê li pênç kesên windabûy  dinav deryayê de digern û hîn tû encam bi dest nexistine

Rêxistna koçberya navdewletî ji aliyê xwe ve ragihandibû ku ji destipêka îsal ve ta 403 hezar kesî deryaya spî derbas kirine di nav wan de bihtir ji 2700  koçberî bi sedema binavbûnê jiyana xwe jidest dane.

Nalîn Hesen

10:43:45