RojavaNews :Mîrê Qeterê ragihand ku ewê 100 koçberên Sûriyê di zankoyên Ferensayê de bide xwendin.
Ajansa fermî ya Qeterê ragihand ku şêx Temîm Bin Hemed wê xwendina 100 koçberên Sûrî di zankoya Sorbon ya Ferensî de lixwe werbigre û wê hemû pêdivyên wan yê wê xwendinê lixwe werbigre.
Her di wê derbarê de diktor Elî Bin Fetis ji aliyê Qeteriyê ve bi Fîlîb Totrî serokê zankoya Sorbon re rêkeftinek îmze kir ku li gor wê rêkeftinê wê 100 xwendekarên Sûrî li wê zankoyê di hemû beşan de bixwinin.
12:42:04
