Tedmûr: Balafirên rejimê bi ser sivilan de bombe barand!

Tedmûr: Balafirên rejimê bi ser sivilan de bombe barand!

 

Rojava News: Frokên şer yên bi ser Artêşa  Rejima Suriye rojihilatê Humusê bajarê Tedmurê ku berî niha bi demeke nêzîk ketê bin kontrola DAİŞê bomberan kir, li gor zanyariyên destpêkê 32 kesên sivil ku piraniyên wan jin û zarokin hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bû.

 

Li gor agahiyên  ji herêmê hatine wergirtin:  Frokên rejima Esad  bi ser Tedmurê de ku ev demeke ketiye bin kontrola DAİŞê bombe barand pirani yê xwe jin û zarok 32 welatî mirin, 150 kes jî birîndar bûn.

 

Li gor hatiye zanîn; Di bombaranê de 3 malbatê Tedmurî bi hemû neferên xwe  mirin.

 

Çawkaniyên ji herêmê balkişandin ser wê yekê ku;  Balafirên rejima Suriye  welatiyên sivil  kirine ermanca xwe.

 

Sinem Bakir

11:06:55