Rojava News: Çekdarên rêxistina Cebhet El Nusra ku baskê El Qaîdê ye li Sûriyê, 71 leşkerên Artêşa Sûriyê li Idlibê îdam kirin.
Cebhet El Nusra roja 9ê Îlonê piştî şer û pevçûnên giran li dijî hêzên Sûriyê, karîn Balafirgeha Ebû Zihur bixin destê xwe. Herwiha hejmarek leşkerên Sûriyê jî dîl girtin.
Li gorî malperekê nêzîk Eniya El Nusrayê, wê rêxistinê 56 leşkerên artêşa girêdayê Esed dane ber guleyan.
Piştî kuştina van 71 leşkeran, hejmara kuştiyên leşkerên artêşa Sûriyê di êrişa balefirgehê de gihîştin 85 kesî.
Balafirgeha Ebû Zihur navendeke leşkerî girîng a Artêşa Sûriyê bû li parêzgeha Idlibê, lê roja 9ê vê mehê çekdarên wê rêxistinê rewşa keş û hewayê ya xerb bikar anîn û ew balafirgeh xistin destê xwe.
09:40:47
