RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Emerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand ku duh li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 5 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan ,di encama êrîşan de yekîneyên taktîkî, navend û wesayîtên rêxistine hatin bombebarankirin.
Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 12 operasyon li dijî DAIŞê pêk anî.
Nalîn
10:41:52
