RojavaNews :Hikumeta Kenedayê ragihand ku dê 10 hezar penaber yên rojavayê kurdistanê û Sûriyê werbigre.
Hikumeta Kenedayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew di heyama salakê de 10 hezar penaberên Sûriyê werbigrin ku ew penaber dikarin di riya komisyona bilind ya penaberan ya netewên yekgirtî derbasî wî welatî bibin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye ku mercê wergirtina penaberan dibe ku penaber saxlembi ji aliyê tendirustî ve û dibe ku tu sûnic nekiribe.
Hat gotin ku penaberên Sûriyê dikarin ta Îlûna sala 2016 derbasî welatê kenedayê bibin.
