RojavaNews :Serokê komîta navdewletî ji bo vekolînan li Sûriyê dibêje eger kirîza Sûriyê berdewam bike wê gelek şerên din jî rûbidin bi sedema ku hin dewlet dixwazin berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêzin.
Paulo sergio pinheiro serokê komîta vekolînan ya navdewletê ji bo Sûriyê duh di raporta xwe de li pêş encumna netewên yekgirtî li Cinêfê got :"ku eger kirîza Sûriyê berdewam bimîne wê ew bibe dewleteke xwedî avahiyên şewitandî û kolanên bê kes, û wê gelê Sûriyê neçar be ku li dewletên din bijîn û zarokên wan bi zimanê wan dewletan biaxivin ne bizimanê xwe yê dayikê".
Navborî herweha bang li çareserkirina kirîza Sûriyê kir û tekez kir ku ev demê niha herî başe ji bo çareserkirinê bi taybetî nêzîkbûna Rûsiya û Emrîkayê herweha planeke şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dîmostora heye.
Pinheiro herweha bang li encumena ewlekariya navdewletî kir ku bi erkê xwe rabin herweha bang li dewletên xwedî bandor li ser Sûriyê kir ku piştgiriya leşkerî ji bo aliyên nakokdar li Sûriyê nekin û êş û azarên miletê Sûrî bidawî bînin.
