Heleb: Rejima Suriye komkujiyek pêk anî: 25 mirî

Heleb: Rejima Suriye komkujiyek pêk anî: 25 mirî

Rojava News: Frokê şer yê bi ser rejimê doh ber bi êvarî li Helebê bi fuzeyên FİL bi  ser bazara gereka Şear ya navenda bajar bombaranek kir, di encamde 25 welatiyên sivil mirin 40 kesên sivil jî birîndarbûn.

 

Frokê şer yê bi ser rejimê doh ber bi êvarî li Helebê bombaranek giran bi fuzeyê FİL  li bazara gereka Şear ya di bin kontrola dijbereyên Suriye de kir  û praniyê xwê jin û zarok gelek mirov hatin mirin û birîndarketin.

 

Li gor zanyariyê çalakwane kî ku Rojava News re gotiye: birîndarê  ku rakirine nexweşxaneya Sahra ya Helebê rewşa wan girane û bêtirî xwe jî jin û zarokin, û pêvistî bi amûrên tibbî jî gelek heye.

 

Bazara Şear ku rejimê bi fuzeyên FÎL êriş bireser agir girt, ji ber wê jî welatiyên sivil nikarin xwe bidin ser da kuştî û birîndarên di nav kavila de derbixin.

 

Şahîdên buyerê gotin piştî bombabaranê yekser agir girte bazarê  ji ber wê jî texmîn dikin ku hêjmara kuştiyan zêdetir dibê.

 

Yên ku div ê komkujiyê da hatin kuştin û birîndarbûn hemû kesên sivîlin.

 

Sinem Bakir

11:18:46