RojavaNews :Wezîrê derve yê Frensa Laurent Fabius duh ragihand ku, çareserya kirîza Sûriyê divê bilhevkirineke niştîmanî çareser bibe weko damezirandna hikumeteke yekgirtî û niştîmanî ku hemo alî û pêkhatên Sûriyê têde beşdar bibin herweha hinek ji aliyên rêjîmê û dijberiyê jî.
Li ser pêşniyara Moskoyê ku hevpeymaniyeke navdewletî berifreh çêbibe ji bo şerê rêxistina DAIŞê bike û rêjîma Esed jî têde beşdar bibe Laurent Fabius red kir û got: "eger Rûsiya dixwaze hevpeymaniyeke navdewletî niyaz baş avabike, çawa niyazên baş wê Beşar ElEsd vehewînên û em dizanin ku Esed sedema sereke ya vê kirîzê ye".
Navborî li ser beşdarî bûne welatî wî di şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê axivî û got: "hikumeta Frensa wî beşdarbibe ji bo bergiriya kesayetiya xwe û bi taybetî piştî ku agahî gihiştiya nava destê wan ku rêxistina DAIŞê wê cend opersyonên terorî li Frensa pêk bîne".
Nalîn Hesen
10:52:26
