Rojava News: Balafirên Rêjîme îro sibehî bi bermîlên teqîner êrîşe ke giran bireser Tedmurê, kuştî û birîndar gelekin, termê welatiyên sivil bin kavilê avahiyan de mane.
Çalakvaneki ji Rojava News re diyarkir û got; "Ji dema ku Tedmur ketiye bin kontrola DAİŞê ev cara yekemîne ku hêzên rejimê bi vê giraniya bombabaranek bi ser welatiyên sivîl de pêkaniye.
Li gor heman zanyariyan kuştî û birîndar gelekin, termê welatiyên sivil bin kavilê avahiyan de mane û xelkên sivil hewldidin da karibin kuştî û birîndaran ji bin moloza derbixin.
Ta niha hêjmara kuştiyên li Tedmur û gundewarê derdora wê ne diyare.
Sinem Bakir
11:49:11
