RojavaNews :Civata Navnetewî bi şêweyekî berpirs êdî rewşa Sûriye giftûgo dike û xebatên xwe dike bo çareseriyê. Ev yek derketiye holê piştî pêla penaberan û gurbûna asta tundûtijiyê ji aliyê grûpên radîkal ve mîna DAIŞ û Cebhet el-Nusra.
Parêzerê Kurd Imran Mensûr ji Dengê Amerîka re got ku fişareke mezin li civata navnetewî hatiye piştî pêla koçberiyê û welatên Ewrupî daye berpirsyariya mirovanî bo alîkariya Sûriyê û peydakirina çareseriyên siyasî ji qeyrana wê re.
Herwisa Imran dibêje ku welatên Ewrupî helwesta xwe ji aliyê Beşar Esed ve neguhertine û cihê wî nabînin di paşaroja Sûrî de, lê ew razî ne ku pêre rûnên û giftûgoyan bikin bo çareseriyeke demikî û bidawîkirina girûpên radîkal li welêt.
