Rojava News: Îro sere sibehî li rojhilatê Xutayê dinavbera hêzên rejima Esad û dijbereya Surî de şer û pevçûnên giran li devera Dahiyet El-Esed derket û hêzên Esad dever da ber topan.
Hêjmara kuştî û birîndaran ne diyare.
Hatiye zanîn li gundewarê derdora Xutayê hêzên bi ser dijbereyê 2 tankên rejimê jî teqandine.
Di heman demjimê ra de balafirên rêjîmê bi dû êrîşên asmanî 8 bermîlên teqîner avêtin derûberê Duma yê, lê belê ji bilî zerarên maddî tû zerarên canî çênebuye.
Sinem Bakir
12:13:47
