Rojava News: Dadqeriya Fransa derbarê Serokê Suriye Beşar Esad de lêpirsîna tawanê şer da destpêkirin.
Dozgeriya Parisê di derbarê tawanê şer yê rejima Esad bo sala 2011 û 2013a de lêpirsîna yekem da destpêkirin.
Wezîrê derve yê Fransa yê Laurent Fabius di daxuyaniya xwe ya ji bo ragihandinê got; Lêpirsîna tawanên şer bersiyariyame ye, emê bi darizênin.
Lêpirsîna tawanên şer li ser dosya wêneyên wênekeşê bi nave “Cesar” ku di nav polîsê Esad de cîh girtibû, tê detpêkirin. Cesar bixwe bi salan di nav artêşa Esad de wek wênegir kar kiriye, û di zindanê rejimê de kiryarên ne mirovana bi 55 hezar wêne belge kiriye.
Laurent Fabius got; Ew kiryarên leşgerên Artêşa Suriye di zindanan de ku bi wêneyên Cesar hatine belgekirin rastiya wan hat pişterastikirin. Di vê derbarê de me lêpirsîna tawanên şer da destpêkirin.
Sinem Bakir
12:25:46
