Rojava News: Frokên şer yên bi ser Hêzên rejima Sûriyeyê êrîş birin ser Rastan û Telbîseya navçeyên Humusê, di êrîşan de 32 kes mirin, 200 kes jî birîndar bûn. Hat îdiakirin ku dohî balafirên Rûsan li Humus û Hamayê êrîşî herêmên di bin kontrola dijbereyê de kirin.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêzên Esed li Humusa ku di aliyên hûndir ên welêt de cî digire êrîşî navçeyên di bin kontrola mixalifan de kir, di êrîşê de 32 kes mirin 200 kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşan de kesên ku birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li navçeyên navborî.
Tê gotin ku li herêmên ku êrîş pêk hatin xisareke mezin a madî çêbû û ekîbên parastina sivîl jî hewl didin ku kesên di bin kavilan de derxînin.
09:19:08
