Cedon Saair: Divê Sûriya bibe 4 herêm

Cedon Saair: Divê Sûriya bibe 4 herêm

Rojava News :Wezîrê navxo yê Israîlê bang ji bo parçekirina Sûriyê kir weku çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re.

Wezîrê navxo yê Israîlê Cedon Saair ji malpereke Israîlî re ragihand : “ Divê Sûriya bibe 4 herêm , li bakûrê Sûriyê herêmeke Kurdî , li rojavayê Sûriyê herêmeke Elewî , li başûr û rojhilatê Sûriyê herêmeke Dirzî û herêma  Sinî di nava Sûriyê de bimînin .

Li gor Saar ku ev piroje dikeve di bin berjewendiyên Israîlê de , ji ber avakirina desthilateke islamî – sunî metirsiyekî li ser berjewendiyên îstratîcik yên Israîlê bi Sûriyê re .

Li gor Saair ku ev piroje ne tenê dikeve di bin berjewendiya Israyilê de , lê Rûsiya û Eyran jî dikarin sûdê jê werbigirin , ku dibe Rûsiya parastina berjewendiyên xwe li deverên berava Sûriyê û bi taybet li bendefa Tertosê bike.