Balafirên Esed taxên başûrê Şamê bombebaran dike

Balafirên Esed taxên başûrê Şamê bombebaran dike

RojavaNews :Duh, balafirên Esed taxên başûrê Şama paytext bi giranî bomebaran kirin.

Rawangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku balafirên rêjîma Esed taxa Elhecer Elasod ango( Kevrê Reş) ku dikeve başurê Şamê bi bermîlên teqîner topbaran kirin , lê ti agahî di derbarî ziyanên canî ne hatine bi dest xistin.

Ji aliyekî din ve û li gorî heman rawangehê, balafirên Esed gundê Bêt Sabir yê gundewarê Şamê bombebaran kirin û di encam de 2 zarok ji ber giranbûua birînin wan şehîd ketin.

Di heman demê de, şer û pevçunên giran di navbera hêzên bi ser rêjîmê ve û ketîbeyên îslamî li derdoa Medemit Elşam rû da.

Nalîn Hesen