Rojava News: Çekdarên Rêxistina terorîstî DAİŞê piştî şer û pevçûnên li gel hêzên rejimê Taxa Omal ya bi ser bajarê Dêrê xiste bin kontrolaxwe.
Çekdarên rêxistina terorîstî DAİŞê piştî ku li taxê Sînaa, Û Resafê de du otomobîlên bomberejkirî yê xwekujî teqandin, cîhê ku hêzên bi ser rejimê lê bûn, xist destê xwe.
DAİŞ ji xwere kiriye ermanc ku taxa Herabîşe ya nêzîk ji balafirxaneyê leşgerî ya Dêrezorê bixe bin kontrola xwe, ji ber wê jî êrîşên xwe berdewamdike.
Li gor hatiye zanîn balafirên Rûsî jî heman devera bombarandike.
Sinem Bakir
10:37:51
